Back

Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

Wan – Li gor daneyên TUÎKê di sala 2025an de 20 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û li gorî daneyan li Kurdistanê herî zêde xelkê Wanê ji bajarê xwe koç dike û berê xwe dide metropolan.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK)ê piştî Stenbolê bajarê 2yemîn e ku herî zêde koç dide derve Wan e. Di sala 2025an de 31 hezar kes koçî Wanê kirinê, lê hejmera kesên ku ji Wanê derketine ji vê gelek zêdetir in. Di sala 2025an de 51 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û ev rewş nifûsa Wanê her ku diçe kêmtir dike. Rewşa nifûsê meyleke kêmbûnê girtiye û welatiyên Wanê berê xwe didin metropolan. Wanî herê zêde koçî Stenbolê dikin.

Rewşa koçberiya navçeyên Wanê

Li gor daneyan navçeya herî zêde koç lê tê kirin jî navçeya Rêya Armûşeyê ya navendî ye. Rêya Armûşê ji aliyê nifûsê ve navçeya herî qerebalix e û derfetên kar jî di nava xwe de dihewîne. Rêya Armûşê di nava navçeyên Wanê de hem herî zêde koç dide derve û hem jî herî zêde koç digire. Pir kes ji vir berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê û di nav van metropolan jî Stenbol li pêş e. Piştî Rêya Armûşê navçeyên Erdîş û Tûşba jî di nava navçeyên herî zêde koç dide cih girtin. Navçeyên çoltar jî tevî nifûsên xwe ya kêm koç didin. Kêmbûna karên çandinî û sewalkariyê, dibe sedem ku şeniyên navçeyan koç dikin. Li gorî daneyan, bi rêze ve navçeyên Elbax, Qelqelî û Ebex yên çoltar koç didin û nifûsa wan her ku diçe kêm dibe. Di nava navçeyên Wanê de ya nifûsa wê herî kêm Şax e û nifûsa wê jî her ku diçe kêmtir dibe.

Sedemên koçberiya derveyî Wanê

Sedema sereke ya koçkirinê bêkarî û kêm girtina kar e. Li Wanê lewaziya pêşxistina pîşesaziyê û qadên cuda yên kar dibe sedem ku welatî berê xwe bidin metropolan. Gelemperî jî ciwan di vê rewşê de ne. Bihabûna jiyanê ya aboriyê û zêdebûna lêçûnên jiyanê jî sedemekê din e ku welatî nikarin debara malbatên xwe bikin. Lêçûnên cotkarî û sewalkariyê jî ji bo cotkaran astengiyeke mezin derdixîne û xwedîkirina sewalan û çandinî di gundan kêm dibe. Derfetên bajarên mezin ên weke tendirûstî, perwerde, civakî û konfor jî ji bo terîkandina gundan û navçeyan dibin sedem.

Bandora bêkarî û krîza aborî

Welatiyên Wanê li navend û navçeyên bajêr nikarin di sektorên xizmetê de kar bibînin. Yên ku dixebitin jî gelemperî mûçeyên di bin asgariyê de dixebitin. Di vî warê de rewşa ciwanan jî gelek berbiçav e. Li Tirkiyeyê mûçeya asgarî 28 hezar û 75 hezar TL ye, sinorê birçîbûnê 37 hezar û 801 TL ye. Li Wanê daxwaza xebatê zêde ye, lê ji ber ku derfet nîn in taybetî jî ciwan ji ber di herêmê de bi zehmetî kar peyda dibe, berê xwe didin metropolan. Li gorî daneyan, lêçûnên ciwanekî xebatkar mehê 48 hezar û 885 TL ye. Gelek ciwanên Wanî ji bo karên demsalî yên weke înşaat û cotkariyê ji Wanê derdikevin. Ev çûyîn weke koçberiyê nayê hesibandin, lê piştî demekê gelek kes venagerin li bajarê xwe Wanê.

Kêmbûna cotkarî û sewalkariyê

Li gundan aboriya çandinî û sewalkariyê ji ber bihabûna lêçûnan kêm û bêqîmet dibe. Kesên li gundan dimînin, ji ber bihabûna lêçûnan cotkariyê, êdî debara xwe nikarin bi çandiniyê û sewalkariyê bikin. Ji ber vê yekê jî berê xwe didin navenda Wanê û gelekî ji wan jî diçin metropolên Tirkiyeyê. Propagandaya bajarvaniyê ya ku li ser medyaya dîjîtal tê kirin jî dibe sedem ku gundî diçin metropolan. Ji ber kêmbûna hilberînên aborî, polîtîkayên şaş yên sewalkarî û çandiniyê û bihakirina lêçûnan dibe sedema koça ber bi metropolan.

The full article is being collected. Available text is shown for now.

Back
Share this story

Get the daily newsletter →

Ask globalread.info

AI news & website helper
What would you like to explore?

I can find stories, explain headlines, or help you use globalread.info.

AI can make mistakes. Check the linked sources. Questions are sent to OpenAI.